hîwa ewîn

hîwa... ewîn...
From the Book:
Wenewşe
By:
Muhammad-Seddiq Mahmudi (1937-1990)
 1 minutes  781 views
hîwa, ewîn, êwe çîn?
êwe firîştey zewîn!!
řûnkerî bîr û hestin
katê le diłda hestin
řayeł û poy hezare
zyatre, bê jumare
pak ewîne, hîwaye
westay tenîn xwaye
hîwa, ewîn, êwe çîn?
êwe dił eken betîn
bełam emin xom û dił
diłî xamoş û bê çił
ewen peşêw û matîn
le hîçmana nema tîn
êwe ewîn wihîwam
wek hest û bîr û biřwam
mirdûy nêwgořî diłmin
gozey şikawî kiłmin
deryayeke řojgar
çi qûł û bin nadyar!!
şadîy diłî giřawîm
ya hestî mestî lawîm
wek texteyêkî dar bû
be des şepolî tar bû
çi bikem kurdim, ezanim...
boye waye jyanim
le hozêkim çewsawe
ẍem be bejnî biřawe