lêre hełdêm
From the Book:
            Wenewşe
        By:
                Muhammad-Seddiq Mahmudi (1937-1990)
        
             1 minutes
             1609 views
        
        
    her le daxî xizmî xwêřî û aşnay ker lêre hełdêm
nek be řesmî êreyî ta katî meḧşer lêre hełdîm
top û taney hawwiłatî way be serhênam hetakû
şarî namoy bê qelemnidare yekser lêre hełdêm
kirdye payîz beharîşim ḧesûdî bê huner, zû...
wek gełay dem gêjełûkey bay xezełwer lêre heldêm
gerçî êre wek beheşte bo minêkî êreyî kurd
ger beheştîşim denê hêşta emin her lêre hełdêm
lê biřabûm zor bexêr bim bo wiłatim, nemdezanî...
demkene yek taqedarî wişk û bê ber, lêre heldêm