şewêkî řeş

From the Book:
Wenewşe
By:
Muhammad-Seddiq Mahmudi (1937-1990)
 2 minutes  888 views
leşî bê gyanî zerdey tawî serkel
nira gořî kipî sam û siřîy şew
xiza xamoşîy hêlaney kunî çaw
be espayî, be bê çirpe melî xew
***
hemû dinya kiř û bê deng û mate
nye dengêk le hîç ’erzêk û berzê
be tenya baye ba, egrî û enałê
leşî řûtî leber serma elerzê
***
be nałe û şînî ba derya xuroşa
le tawî dête xwar firmêskî çawî
leser řûy gincî danawe: enûsê
binûsî qînî ew şî’rî xemawî
***
minîş û bîr le řabirdû legeł yek
le xanuçkey diłim da yektir egrîn
lepaş çen pirsyar û çen wełamêk
emin bo ew, ewîş her bo min egrîn
***
henîskim wek kuł û piř mey girînim
le tengayî gerûy diłma şikawe
biřêkî her lewêda ma û biřêkîş
legeł esrîn le dawênim tikawe
***
leber pêy cerg û dił řaçû pelî xem
tilî gerdûn le tîjîy em peley dam
xeyał awałî tenyayî jyanim
le gomî mendî bêxoyî meley dam
***
merg dergay jyanêkî heta ser
berew řûy peykerey gyanim kirawe
ełêy bangim eka: axo ezanî
le lewḧî xwa xetî jînit kiřawe?
***
bełam na na, ewa piřşingî řojî-
le gwên şîrê simî sîngî şewî řeş
qelî şew day le şeqqey bałî tîjî
fiřî laçû temî qursî le ser leş
***
jyan herwa buwe û herwaşe tawê
becarê lêxne wikatê zułałe
xebatî řêy jyan wa agirêke
ke her bindeste çîley, jînî tałe