le dûrît çawekem dûrbê le řût alûdeyî derdim

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  676 views
le dûrît çawekem dûrbê le řût alûdeyî derdim
wekû bergî xezan da’îm peşêw û zwîr û řeng zerdim
le dûrî perçemî çîn çîn û şêwawit ’ezîzî min
temaşake çilon şêwawe yekser qafyey ferdim!
heta lêm dûre xałî kułmeket ey gyanî şîrînim
be carê seyrî ke gîrawe da’îm şeş derî nerdim
cinêw û qarî tom la baştire bexwa le lutfî xełk
le cewrî to eger şekwa bikem min dyare namerdim
řefîqî ḧezretî perwanem êsta min le řêy ’eşqa
be qîje û qîřeqîř bulbul meḧałe bê be hawderdim
ke da’îm xakî ser řêgay nîgarim heqme xełkîne
ełêm bełkû xuda bîka bigate damenî gerdim!
řefîqî em zemane bê wefa û bê şerit û peymanin
le naw şar boye min bêzarim û wêłî kej û herdim