em diłem katê zemanî newcewanî yad eka

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  413 views
em diłem katê zemanî newcewanî yad eka
mîslî ney kun kun ebê her nałe û feryad eka
wa xetî muşkîn le řûy hat diłberim xakim be ser
ca nîzamî mułkî ḧusin û anî ew ber bad eka
řê meden zahîd ke bête meclîsî mestanewe
her be tesbêḧî xerîke pêkî mey te’dad eka
ta ebed memnûnî pyawî bê edeb bim heqme min
çunke řeftarî bedî bo çake min îrşad eka
bo tema’ ger xizmetî załim bikem bê mirwetim
’alem eyzanê ke her seg xizmetî seyyad eka
ger le xoşyana peřupo der bikem heqme emin
feqir û faqe êste da’îm lêm mubarekbad eka
xwên le cergî dê wekû fware kemalîPen name her gehê
meclîsî ’îlim û qisey şîrînî meḧwîPerson yad eka
tîrî birjangî ke hêrş dênê bo ser dił ełêy
leşkerî hînde xeyałî girtinî beẍdad eka
řêy qyamet dûr û bê payane twêşûy lazme
pyawî ’aqił boye meylî cem’î twêşû zad eka