witim be diłey hejar
tobe
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
920 views
witim be diłey hejar
tobe tobe hezar car
le ’eşqî yarî nazdar
řûxoşe legeł eẍyar
legeł min be qînewqar
wa tobe ekem naçar
yar bê řeḧme û ẍeddare
her meylî be azare
legeł min cefakare
beşim derd û cexare
tobe tobe hezar car
le ’eşqî yarî ẍeddar
ey dił were toş wek pyaw
wekû pyawêkî tewaw
bese ba nebê bed naw
xot derbihêne le daw
toş tobe ke hezar car
le ’eşqî yarî ẍeddar