kerêkî pîr û leř û derdedar
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
664 views
kerêkî pîr û leř û derdedar
lejêr baredar şan û mil zamdar
şêrêkî mirdûy řojê le deşt dî
be her new’ê bû pêstî dařnî
kirdye berî zû witî min şêrim
şêrêkî be sam aza û dilêrim
wayan ezanî şêre be yekcar
herkesê eydî zû eykird fîrar
zor diłî xoş bû witî le mewla
hîç kes natwanê barim lê bika
be xoşî ejîm hemîşe bo xom
bo her cêgaye ḧez bikem eřom
řojêkyan witî le diłî xoyda
ba ne’re lêdem le deşt û seḧra
takû bitirsin le destim însan
ber buwe zeřezeřkerî bestezman
wextê zanîyan xełqî ke kere
kerêkî geř û pîs û bê feře
dewrya girt dayan řinî pêstî şêr
şełteyan xiste ser kerî bê xêr
giłyan pê kêşa ta gyanî derçû
netîcey kîbir û meẍrûrî wabû