kesê kes bê le dunyada kesasî destî dewrane

le meydanî micadeleyekda
From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 2 minutes  822 views
kesê kes bê le dunyada kesasî destî dewrane
le jîna nakesî bedkar le cahî ’îzzet û şane
gunahî kes ebê çî bê, beẍeyrez kesbî serberzî
beqed xendey kesî nakes ewendeş ew le giryane
bira nabê te’eccub key le wez’î nakes û dûřû
ke wa eflak û gerdûnîş wekû řûy ew le gořane
tebî’et qa’îdey waye legeł gořaw biradoste
ewî sabît bê sakîn bê le behrey jînî ḧîrmane
jyan xewnêke eybînîn, be tîjî dêt û eřwatin
le penhanî nîhanda ewî dana bê nadane
le hîçda bedî hatî, berew hîçîş eřoy ẍafił
le beynî her dû hîçda xerabatî bijî gyane
’îbadet çî bû netzanî beẍeyrez nêre bîdoşe
serî xot bo de’êşênî, sefa nisyane, nisyane
be mestî xot le pestî ’eqił û endîşe tewella ke
ewî řoyîwe, řoyîwe, ewî nebuwe le penhane
erê ey yarî tenhayîm, nedîmî hemdemî pestî
legeł tom saqî hemwar û xelîfey pîrî meyxane
desa kwa camekey dwênêt ke qûtî gyanî têda bû
de xêra tê ke bom çunke le pestî mestî dermane
desa mey camekey camî serî key bê felatûn bê
binoşe baweřît wa bê ke lem karwane kar wane