ey badî şemał

From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 2 minutes  952 views
ey badî şemał, ey badî şemał
postey hewayî diłey pir zûxał
destim damênit, eçî bo kwênder?
naçî bo koyî me’wayî dulber?
wek ’areb dexîl ger çûy bo ewla
meweste takû berdemî leyla
meweste takû lay şoxê kewa
tîrî nîw nîgay, le diłda řuwa
lem çem û bêşe û herde û kêwane
pêy biłê, qurban lem řêge û bane
şêtêkî řîswa û řût û qûtim dî
firmêskî ałî wek yaqûtim dî
řû le xoyn xałî ze’feranim dî
çawî lêł û wêł piř giryanim dî
heykelî mirdûy bes îsqanim dî
qedî çemawey wek kewanim dî
dîtim ke carcar ew lêwbebare
dest heł’ebřêt û toy lê dyare
çunke xeyałî bejin û bałaket
tîşkî řûnakî şewqî lalaket
nêrgizî şehlay çawî xumarit
xermaney zułfî mahî řuxsarit
firîşte’asa satê hezarcar
xoy nîşan eda xoy eda ḧeşar
îtir her care, ew mał wêrane
ew kej meskene, herey şarane
herwa tê ega cejnî wîsałe
nazanî «to» nît, wêney xeyałe
dest dirêj eka be nakamewe
be cergî sûtaw dił be zamewe
ke lêy win ebê bang eka: hey yar!
be kuł egryê: hawar hey hawar!