řojê le řojana qelê

qel û řêwî (yek le pende xoşekanî «lawvintîn» şa’îrî îsk sûkî feřenseye kirdûme be kurdî)
From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 1 minutes  1279 views
řojê le řojana qelê
řawestabû leser çiłê
selkê penîrî le denûk
wîstî ke bîxwa le helê
řêwî belaya têpeřî
çawî be qel kewt û melê
wîstî be fêłê lêy senê
desî pê kird pêy hełbiłê
witî ey bulbulî zeman
ey neẍmexwanî ser telê
bîstûme min nawbangî to
tuxwa goranîm bo biłê!
qel wextê zarî dapçiřan
penîrî kewte bin telê
řêwî penîrî qoztewe
bełam le pêş ewey hełê
witî ewca: bese nefam!
gwêt lê bê řêwî bot biłê!
wextê şitêkit girte dem
ker mebe goranî mełê!
emeyş kerane bê kewa
tefre derawî to çelê