le dirzî peçewe

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  3611 views
cade çoł û sêber bû, kat beyanî,
eřoyîştim xeyaławî emřiwanî:
bo sewzayî dewrupşitim, bo asman
bo şaxî berz, xanûy taze, dinyay cwan
eřoyîştim be espayî, kiş û mat,
laşe sist û dił keylî tase û awat!
lepiř, nazanim çon serim hełbiřî
beramberim bejnê derkewt wek perî!
legeł ewey le ’abawe ała bû,
le dîmenî şîrînî aşkira bû,
bałaberz û biçkolepê û îskarpîn
gorewî û pûz: sifit û sipî û awrîşmîn!
eřoyîm û dizey nîgam carcarêk,
le jêr ’abay řeşa eydî nazdarêk:
be řewtî kew, lencey tawis û qumrî
gurc gurc, cwan cwan ehat û cadey ebřî
mabûy bigate ’astim çen hengawê,
dirzê kewte peçe û dîm nîgay çawê,
dest û pence û meçekêk û nîgayek
çî binûsim? xwaye hêzî înşayek!
qoł û meçek saf û sipî wek şûşe,
serpencekan yaqûtêk bûn be wirşe,
bêyne ser çaw: çawêk, biłêm çi çawêk?
kanîy sîḧir, deryay ’îşwe, gêjdawêk,
ke wa kewte ber şepolî hestî min,
lew řojewe her nuqim ebê berew bin!