fesłî sêyem

From the Book:
Te’rîxî Caf
By:
Karim Bey of Jaff (1885-1949)
 7 minutes  1520 views

beyanî tayfekanî caf le cwanřo ke daxłî eyaletî sineye û ewaneyan ke han le eyaletî kirmaşana:

qubadî: heştised mał ebin, wan le cwanřoda, geřyawin û danîştuwîşyan heye le cwanřo û meḧałî xoyana, be hawîn eçne kejî şaho û benî gez. emane êłî ḧebîbułła xanin, sêsed swar wisêsed pyadey tifengidaryan ebê.

bawecanî: emaneş hezar û pêncised mał ebin, be hawîn eçne benî gez û şaho letek qubadîda eçne çemî xana şûr û [luşe], emaneş pêncised swar û pêncised pyadey tifengidaryan ebê, emane be ’umûmî ře’yetî ḧebîbułła xanin.

îmamî û yenaxî: ewanîş pêncised mał ebin. em tayfeş êłî ḧebîbułła xanin û emanîş be hawîn eçne benî gez û şaho û zustanan dêne piştî kejî şinrwê beřûy êrana ta serçemî sîrwan da’enîşin.

qadir weysî û tayşeyî: em dû tayfeş cafin û daxłî eyaletî kirmaşanin. zustan le serqeła û cêgîran ta jûrî foretû da’enîşin û be hawîn eçne dałaho. em dû tayfe heştised mał ebin be geřyaw û danîştûyan. gewrey tayşeyî elî sułtane, herdû layan sêsed swar û sêsed pyadey tifengidaryan ebê û gewrey qadir mîrweysî, mistefa meḧmûd nezere.

koyk û nêrjî: emanîş daxłî eyaletî kirmaşanin, be zustan le zehaw da’enîşin û be hawîn eçne dałaho. gewrey emane řeza xanî kuřî yarweys sułtane û emane dûsed swar û dûsed pyadey tifengidaryan ebê û harûnî letek em dû tayfeda yek řegin, le yek cyabûnetewe.

derwêşî û wełedbegî û delejêrî: em sê tayfeye wełedbegîyan pê ełên, her sê tayfekeyan şeşsed mał ebin, gewrey emane behram begî kuřî fetaḧ begî se’îd bege. emanîş daxłî eyaletî sinen, be hawîn eçne benî gez û kiřêwe û dewłet awa û zustanîş dêne serqeła û cêgîran û terefî şewał diře û kelî tîleko. dûsed swar û dûsed pyadey tifengidaryan ebê û zor azaşin.

kokoyî û zerdoyî: em dû tayfe wan le cwanřo, sîsed mał ebin. pyawî wekîlî cwanřo ’ebdulẍefûr begin û be hawîn eçne şaho û penca małîşyan wan le qezay hełebceLocation û zerdoyîş meḧelleyekyan le kirmaşan heye.

’elî axeyî û pepłî: em dû tayfeye dûsed małê ebin, ’elawecatî wełedbegî û tayşeyî û qadir mîrweysîn.

tawegozîy êran: pêncised mał ebin û emanîş êłî ḧebîbułła xanî cwanřon, be hawîn eçne benî gez û kiřêwe û şaho, dûsed swar û dûsed pyadey tifengidaryan ebê. ’umûmyan pyawî ḧebîbułła xanî cwanřon, letek tawegozîy xakî ’êraqa yekêkin û zustanîş dêne nizîk şit qełay şemêran û gume û pişte.

diřoyî: sêsed mał ebin û emanîş be hawîn eçne şaho. geřyawin, danîştuwîşyan heye, gewreyan ferecî fetaḧe ke meşhûre be feřecułła xan, sed swar widûsed pyadey tifengidaryan ebê, zor azaşin.

kwêrekî: sed małê ebin le naḧyey horên û şêxan da’enîşin û leber eme le pêş teḧdîdî ḧidûda daxłî êran buwe, letek cafî êrana beḧsim kirdin û emane geřyaw nîn, îste daxłî xakî ’êraqin.

ḧebîbułła xan ke ře’îsî qubadî û bawecanî û tawegozî û îmamî û ênaxî buwe, sî û çwar kuřî buwe, ’umûmyan swar bûn, nizîkî de kuřyan saḧêb piştimałe û beşyan le êła buwe. syanyan le giştyan qabîltir bûn, mistefa xan, miḧemed beg ke leqebî emîr es’ede û miḧemedteqî beg. ḧebîbułła xan bîst û pênc sał lemewber mirduwe, kuřî gewrey ke mistefa xan buwe cêdarî buwe, zor tereqî kird û ’umûmî cwanřoy kewte jêr dest û herçe cafî cwanřo bû teklîfî êłî û ’eşîretîyan wekû tayfekanî xoyan eyandaye û ew dêhataney ke êste wan be dest kuřanî ce’fer sułtanî ḧakmî hewramanî lihonewe giştî bedest mistefa xanewe bûn takû panze sał lemewber. îqtîdarî geyşte dereceyêk ’eşretî hemewend ke ḧukûmetî turkyan tezîyq kirdibû be xirape kirdin û cerdeyî, ḧukûmetî turk le paş înqîlabî silanîk û meşrûtîyet dû sał xerîkî tedbîr bû bo terbîyetî hemewend, mîqdarêkî zor ’eskerî pyade û sware lejêr qumandey mezher begî mîr’ałada û ’umûmî ’eşayrekanî lîway kerkûk û leşkirî caf sewqî çemçemałyan kird. hemewendekan ’umûmî fîrqekanyan le çemçemał û bazyan derçûn û çûn bo cwanřo lay mistefa xan, ewîş be begzade û gewrekanî hemewendî wit: eger ’umûm lay min da’enîşin ’umûmtan îdare edem. em hezar û dûsed sware be tewawî bûn be tebe’ey mistefaxan. le ’eynî weqtida ’elî ekber xanî kuřî şêrxanî kuřî esed xanî ḧakmî sincawî letek serdar muzeferî ḧakmî kełhuř, ke dawid xane, be şeř hatin. ’elî ekber xan hawarî narde lay mistefa xan, mistefa xanîş penay da, dawid xan be ’umûmî swarey kełhuř û hemewend û bêtûyîwe, we telebî îmdadîşî le walîy kurdistan kirdibû, ewîş mîqdarê leşkirî bo enêrê, ’elî ekber xan ke em heşt, no hezar sware dêt bo serî xeber eda be mistefa xan, le bê bextîy mistefa xan lew řojeda hemewendekan be çwar taqim bo dewrî kerkûk û silêmanî û çemçemał eřon bo cerdeyî. sed swarêkyan lay mistefaxan ebê.

mistefa xan leşkirî xoy û hemewend, hezar swarê eba bo yaryedanî ’elî ekber xan, ebê be şeřyan, leşkirî dawid xan eşkênin, mistefa xan le weqtî şeřda leser mayn ekewê û milî eşkê, řeḧîmî kak ewłay ’ezîzî xałey hemewend û zoraw wank hemewend ekujrên, ke dû pyawî zor aza û gewre bûn lenaw hemewenda.

leşkirî dawid xan ke ezanin mistefa xan nemawe egeřênewe dûbare ebê be şeřyan, sed kes le leşkirî dawid xan ekujrê.

be farsî ełên: «sed ser be turbeyê û yek ser be turbeyê!» ḧisabî mistefa xanîş her wehaye. gum kirdinî pyawêkî wekû mistefa xan quwetî me’newî bo leşkirî cwanřo nayêłêt, herdû leşkireke egeřênewe we le yek cwê ebnewe.

le dway mistefaxan gewreyî ’eşîretekanyan kewte dest miḧemed beg, ew be ’eksî mistefaxanî biray, fîtneyî xiste naw birakanî we panze biray lenaw xoyana yektiryan kuşt û miḧemedteqî begî biray ke bo ewe eşya nawî biçête naw lapeřey te’rîxewe, be destî xoy, be teḧrîkî serdar řeşîdî ḧakmî řwanser, kuştî û letek miḧemed sałeḧ begî kuřî mistefa xana ke ewîş wekû bawkî pyawêkî zor çak bû kirdî be şeř, dû biray miḧemed sałeḧ begî be naḧeq kuşt! emma beser miḧemed sałeḧ bega mwefeq nebû, miḧemed sałeḧ beg êłî qubadîy bird bo xoy takû ḧewt sał lemewber be destyewe bû. miḧemed sałeḧ beg mird, eḧmed begî biray zor pelepelî kird muqabeley miḧemed beg bika neytiwanî. miḧemed beg xoy û kuřekey ha beser qubadî, tawegozî û baqî dêhat û ’eşîretekeyewe.