heta key ey felek bo bextî min cewr û tezellum bê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  593 views
heta key ey felek bo bextî min cewr û tezellum bê
we çake çend řojê newbetî lutif û tereḧḧum bê
le qehirit mudetêke zehirnoşî camî bedbextîm
le xwanî nî’metim ba hefteyê barî tene’’um bê
çilon dił dênê ey yaran dexîl suḧbet legeł duşmin
girane îstîxwanî lêy geřên tu xwa biła gum bê
be ummêdî xuda wacîb debê qetłî řeqîb şer’en
le bezmî diłbera ger bo zubanim řêy tekellum bê
qedîm canbazî řêy ’îşqim lemew la taze la nadem
eger lutifit mucedded bê weger qehirit teqeddum bê
teselsul te’zîyey dunya ebed payanî qet nabê
becêye xerqeyî salimPen name mudam alûdeyî xum bê