řefîq bên û temaşaken demî bûk birdine emşew

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1003 views
řefîq bên û temaşaken demî bûk birdine emşew
heway bûkê be dan û meylî zawa kirdine emşew
muheyyay kird felek tewqî bilûrî bo milî damad
çelîpa her dû pêy bûkî duşaxey gerdine emşew
legeł karwanda awazî poyle wek ceres hesta
ledest zawa ledest bûka xiřingey bazne emşew
dełên: berbûkî bawan destexuşkî maderî bûke
le zawa xoy depirsim: bîkire bûkê ya jine emşew?
xezûrey bûk le řeqsaye wekû uştir le řûy beççe
xesûy zawa leber duxter le ḧałî mirdine emşew
hetîw û pîrejin fîtnen, biłê: sa qaw de ba derçin
ledewrî perde, cuz meḧrem, demî derkirdine emşew
nefîrî şadîyaney maderî zawa bułend nabê
çi bû ’înnîne zawa, ya meger bûk bê bine emşew