bexuř xwên bêne ey girye le çawey çawî tarî min

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  720 views
bexuř xwên bêne ey girye! le çawey çawî tarî min
ḧena lazim buwe bo pêy segî koyî nîsarî min
řefîqan ger deçin bo seyrî baẍ û guł xudaḧafîz
muheyyaye le řûy yara guł û baẍ û beharî min
eger ferqim bigate merkezî xakî kefî pêy yar
degate asman goşey kulahî îftixarî min
le dunyada cefay ’uqbam hemû dîwe ledes hîcran
debê ferda lepaşa ’efwî min ka kirdigarî min
guł û seru û sinewber her teref seryan firûdênin
biçête baẍewe ger diłberî sîmîn ’uzarî min
îlahî naselamet ey řeqîb hemderdî salimPen name
wekû kirdit le koy canane qet’î řehguzarî min