lêm geřên ba goşegîr bim destew’ejno kefzenan

basî şeřî ’ezîz begî baban û îsma’îl paşay řom
From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 11 minutes  1934 views
lêm geřên ba goşegîr bim, destew’ejno, kefzenan
gêjełûkey bay nedamet tarî kird sefḧey cîhan
şarezûrNamed-Entity beḧir û suleymanîNamed-Entity leser aw, gemyeřeng
bo şiksitî wek neheng bû fîtneyî axirzeman
kê du’ay kirdibê besoz emsał le kiştî şehrezûrNamed-Entity
da bibarênê le tenxiway terze řomî, asman?
řaste gerdûn çabuke bo řengî bed řîtin welê
nařjênê řengî bem řenge be muddey sed qîřan
bezmî seydî ême seyyadî felek karêkî kird
řenge bałay tîrqeddan bête terkîbî keman
zî’fî talî’ cazîbe wek kehřuba bo xwên û dem
seyrî çîhrey bextî min ken bû be řengî ze’feran
newbeharî min xezan û fênkîy subḧim temûz
pertewî mahe ẍem û çakî derûnim wek ketan
turkî qursî xor ke talî’ bû tulû’î kird be řeqis
kewkebey mahî muradî ehlî babanNamed-Entity bû nîhan
agirî negbet le xermenhayî talî’ kewtewe
şem’î dewłet her teref degřa hemû xamoş kiran
ḧelqe deyn yaran biła aşuftebext û tîreřoj
řozgar dunyay le ême kirde gêsûy diłberan
hewrî bedbextî ke hate řûy felek wek řengî qîr
kewkebey mahî muradî ehlî babanNamed-Entity bû nîhan
sa’îqe û berqî nedamet zułmetî da şerq û ẍerb
berdebarane be mexsûsî leser mułkî beban
çawî ’îbret hełbiře ey dił le wez’î dehrî dûn
seyr ke sa turkî felek çîy kird be zumřey kurdizuban
çareser ken ehlî derwêş nanî miftîman biřa
lûle bû sifre û newałe, win kirawe zerf û xwan
ehlî sadat û mela û ḧacî biła şîn ken besoz
defterî ehlî wezayf dîm ’umûmen ḧek kiran
’erseyî meydanî çerxe êste cewlangahî bûm
bû be laney zaẍî bedxû, aşyaney bałeban
dił le mîḧnet keyle tabî seyrî nawşarim nîye
’eynî çawim xwênî tê zawe le daẍî merduman
bê zuban kûkûzenan her xanedan tê defkirim
’enkebût xwacanşîne û cifit cuẍdin dîdeban
ḧakme řomî leser textî suleymanîNamed-Entity dirêẍ
kewte destî dêwî dûn muhrî suleyman el’eman
meclîsê wa bê muşexxes dûdî gogird ’ûde boy
derwêş aẍaNamed-Entity bû lecêy mistoNamed-Entity hemû şew neẍmexwan
’ezil û nesbî kird be tedbîrî kyaNamed-Entity mensûbî řom
qaweçî ’ewłayî qapîNamed-Entity bêt û sûranNamed-Entity pałewan
kê deka teqsîmî menseb wa muqabîl şanî şexis
bo ’ezîzNamed-Entity serwaz yekum û ḧacî qadirNamed-Entity aşewan
ałûgořî mensebî dû şexsî ’alîcah kira:
meḧmûd’aẍaNamed-Entityy zil ḧekîm başî, ḧemamçî babecanNamed-Entity
koł be doş ba xerqepoş bin tac û keşkoł hełgirin
řû kene emlakî pîtirNamed-Entity û biçne şarî xamoşan
eskemil bênin qeraryan den lecêy aẍaleran
meclîsî şûřa emêste xasse bo esnafekan
wa kerîm aẍay nenêNamed-Entity tedbîrî: heste caf deka
xałe homerNamed-Entity daroẍey şare û mudîr ḧacî eḧanNamed-Entity
kes neçête pêşewe ḧacî ẍenîNamed-Entity tedbîrîye
me’murî sebtî nufûse û şaẍîlî bacî dukan
ḧacî mîrzaNamed-Entity kewte naw kar û terazûy şardewe
mesrefNamed-Entity asa ḧasîbe bo xasecatî malwanNamed-Entity
mîrî xułmarNamed-Entity û delênNamed-Entity emsał mezenne sałḧNamed-Entitye
baz be cebbarNamed-Entityyan sipard baqił umûrî domekanNamed-Entity
aẍetahaNamed-Entity meşreweretcoye legeł serkatbî
wa dezanim wergirê ḧukmî çyasewzNamed-Entity û şwanNamed-Entity
bo geřanî dewrî şar emşew melayûnsNamed-Entity deçê
miştekey gurz û kemendî kiştek û derzîy sînan
ḧamîdNamed-Entity û westa ḧisênî kołNamed-Entity le şara gezmeçîn
her dû bo xwên řîtnî diz ko be ko tîşnen be can
şîrî qeyçî, tîrî derzî, zergî nîwgez, dîr’î řim
nex kemend, îsperde tû, cewşen betê, benbiř didan
ẍełbeẍełbî hey bikuj hełsa le dewrî çwarbaẍNamed-Entity
qadrî dellakNamed-Entitye her şew ta seḧergeh paseban
setłî serxûsênî tepił û espî qapqapî ḧemam
longî cewşen, şîrî kizilk, topzî karî didan
wa muselleḧ bûn be esbabî yelî neccarî şar
bo kemîngahî guzer wek şêrî bendî berdiran
naçex û tîr û keman û zerg û deşne û dehre bû
eskene û têşe û mişar û lêsk û mengene û kewan
çakî kird mîrza siłêmanNamed-Entity pasî dekkey zîndirû
sengerî destigaye bo şeř, şew heta wextî beyan
mişteyî naye hemane û deyweşênê mîslî gurz
gaznî tîjî necex, zûpîn direfiş, îsper hesan
mûnsî xasis û edeb amûzî paşaye bizeNamed-Entity
bo nedîmî çûn wizeNamed-Entityş bênin le tîmarNamed-Entity û kiçanNamed-Entity
baş xeyatî xerqeyî kehya ele kopandirûNamed-Entity
eḧmed’aẍay derzî başîNamed-Entity bû be qatirçî xeran
hey pena bexwa ledest êłî ẍewarey dewrî şar
kafroşî û çinginî û çûçanîy û cafî telan
’ezmî her karê bika ferzen eger kak eḧmedNamed-Entitye
way demałn sê keřet ta dête kanîy askanNamed-Entity
bo necîbanî wîlayet bûne afet nanecîb
cameyî şehrî ledest seḧranşîn bes dadřan
baneyîNamed-Entity û ewła sûtełNamed-Entity her dû şerîkî qîsmetin
sebtî tuẍra bûn be ḧukmî mawetNamed-Entity û semtî qeşanNamed-Entity
lutfî řomî pertewî řoje, le nîk û bed deda
leqleq û nêrîş deçin bo zabtî nehrî muwanNamed-Entity
kes nełê řomî le tesxîrî memalîk çabukin
sistîy bextî ’eşîret bû be çalakî ewan
wer ne řostem wek eman key dête dest bo çabukî?
wa be cur’et, wa be ẍîret, wa yel û saḧîb sînan
wextî ḧemley řojî meydan mudde’î wa pê deken:
dête leẍziş pê û řîkab û sist debê destî ’înan
şêrî bêşey mułkî baban merdî meydan zahîre
ger kesê bênête xatir destubirdî germîyan
mergî turkanî cefaco sed qedem pêş gulle kewt
ta pile enguştê bosê, ew geyîşte ser nîşan
îxtira’î turk le diłda meşqicoy şêwey şuẍał
yekketazî kurd le dunbalî wekû şêrî jyan
xo le bîmî tîẍî canfersayî mîr, ew řoje turk
mîslî kewbařî hełoyîn şeş cîhet lêk hełweşan
her ke şu’ley mahîçey tîẍî buřehne bû zuhûr
wek qułingî şewçirabîn têkeław bûn řomîyan
gulletop wek topî qayş bû le aqar ẍîretî
teb’î coyay bezmî şêlg bû lecêy sîney keman
bo qumarî me’reke tîẍê be řûtî nabezê
bo celay cewher le xwênî mudde’î werdegrê qan
şorî mexfî řomîyan zanîwte bo zahîr debû?
nûkî ney deyxond le diłyana hemû řazî nîhan
îsmî qabîz bû lecêy cewher, le ḧerbey řimmî ew
wek çeper postey ecel hat û be turkî da nîşan
wextebû tay pîrehen kifnî ḧeyat ken bo memat
her le nakada nîzam dayan le řîzî bałeban
ahî em ḧakmane teḧqîqe eger negrê nîzam
qewmî nûḧîş deçne cennet, bê şik û şubhe û guman
serfî neqdî řûḧî şîrîn bû heta perwerde bûn
beççe gurg asa le axir kewtine kozî dûdman
ferqî fexrî mîr’ała geyye behram û esed
kewte qe’rî çahî ẍem lew ḧałe, mîrî bazyan
baz wekû bazî tewar dewrêkî kird û hatewe
dewrî kehya û şarî da, dîsan biřa řay nokeran
aẍeler wek guriçkî ga, her yekê fîkirê le dił
xo nîzamîş mîslî sewsen, cumle xudřû dûzuban
hate jêr pasarî teng leşkir, řîkab ender řîkab
kewtine ser kołan û bê řêge, ’înan ender ’înan
bû be cêy bebir û ẍezenfer, kûçe kûçe û naw suqaq
sermeḧelle řengî bêşey girt le nêzey canistan
řengî seḧray meḧşerî bû şîwekey lay pîrmesûrNamed-Entity
girmegirmî topî řomî, hewhewî swarey bebanNamed-Entity
peykî teqdîr bû be seqqa, řawîyey zułmî bedoş
awî ełmasî be tîzî řîte ḧelqî piřdiłan
areqî abî nebû ẍeyrez şereng mînayî tîẍ
bêxudî neş’ey xemoşî ta ḧeşir bû bo yelan
bû be cařûbî meḧelle her teref pencey peřîw
pey kiraw bê pê le meydan, pehlewan wek pałewan
sen senî swarey nîzam gêl ołanî turk uşax
bigre bigrey kurdizuban û ax axî turkiman
qehirnak û ser buřehne ateş efşan ḧemlewer
cengico bûn yek be yek hersû wekû bebrî beyan
hey xuda řo lew deme çîy kird ẍewî top û tifeng?
serzemîn tarîk û dunya toz û keř gwêy asman
mahî talî’ řûy mîḧaq û řojî negbet cîlweger
xermenî şadî leber ba berqî ẍem ateşfişan
laẍîrî talî’ şikandî ḧesreta bazûy qewî
exterî burcî muzeffer xoy le ême kird nîhan
gerçî pêşapêş beheybet bûn û aza çûne pêş
ḧesreta baz hem neyanzanî nîzam wa bê ḧeyan
sê bilûk lay piştî girt û sungî dûran hatne pêş
fîrqeyê lay pîrmesûr û nîwî kołanî eḧan
ser bilûkyan xałekey hewramî bû û qaley şerîf
hem řefîqyan bû ’ezîze ḧîzekey çuçanyan
pêşî demyan oẍłemey top, piştî ser ew agire
geyîye çerxî heftemîn lew ḧîneda ah û fîẍan
ẍeyrî tîẍê teř, gerûy leb tîşnegan awî nedî
kuşteganî kurdizuban detut şehîdî kerbelan
gwêy felek keř bû leber nałe û nefîrî ehlî şar
lamekanî girt seday ah û fîẍan û el’eman
mudde’î kwêr bê nîzam îflîc mekan zîr û zeber
mîrî sûrdaşNamed-Entity û emîneNamed-Entityy pyawî her dû enguwan
ger ’eşîret girye ken her yek heta demirin keme
kuştinî ew bay muxalîf bû le şem’î dûdman
řojî qetił emřoye elḧeq wa ḧuseynî pê dewê
bo eday qezye seraser nîlgûne asman
yadgarî ḧakman û canşînî sîlsîle
namurad û newřes û meqsednedîw û newcewan
sa felek keyxusrewî xwênî syawiş gum meke
řostemî sanî ’ezîze û mudde’î tûranyan
qadrî qudretnuma to qudret xot kirde kar
qadrî êmet muselsel xiste bendî řomîyan
wer ne qadir to dezanî qet kesê qadir nebû
wa be meqhûrî bika qadir esîrî řomîyan
gulle wek terze debarî, ehlî leşkir ketne bał
pay řîkabyan qurs lenger bû, sebuk destî ’înan
hatne naw kozîlkewe çendêk selamet çûne der
be’zê kujran, cumleyê gîran û çendê řût kiran
em le ẍemda hate coş, ew sêr û emyan bû ẍenî
seg le lak, ’esker le mał, dił le tîẍê qatîlan
derpeřîn baz meylî îqdamyan nebû lew bîd’ete
ḧesreta yekdił negeyne şîwekey girdî gułanNamed-Entity
meylî lanyan bû wekû kerwêşkî paş řaw hatnewe
derneçûn ça bû be ḧemley dêłe kehyaNamed-Entity kul kiran
ger meḧellî girye bû ew wexte min zor pêkenîm
pûre matan, eḧmed’aẍay birde şikłî domekan
gerçî mîsre şarezûrLocation emma xerabe bê ’ezîzNamed-Entity
řû deda lem xełqe axir ḧałetî ken’anîyan
şêrî bêşey mułkî baban bû ’ezîzNamed-Entity emma dirêẍ
wek girêy damûskî bê, aw qewmekey zû hełweşan
dîde nabînaye wek ye’qûb le hîcranî ’ezîz
toy xuda saḧîb mekan û toy xudaya lamekan
kewkebey bextî ’ezîzim wa le çaha bêne der
şe’şe’ey emrî munewwer ka zemîn û asman
çengełî şehbazî bazî bazyanLocationy baz nedî
fiş hełat kehyaNamed-Entity leser beyzey teme’ wek makîyan
bo medarî nanî ’eşret qet medarêkî nebû
aşekey teb’î be awî keydî řomî hate dan
bextî sûtê sa le řêy ḧeq, ḧeq ḧeqî lê wergirî
bed nemekgîrî nemek bê, wek ewanî da beman