lêm geřên ba girye kem dîdem be dîdey xûnfişan

şîngêřî bo meḧmûd’aẍay selîm aẍay şîwekeł
From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 5 minutes  1067 views
lêm geřên ba girye kem dîdem be dîdey xûnfişan
nayełê yekdem be řaḧet řabwêrim asman
çunke sîweylî qedîmin ḧeq lepaş ’ehdî selîmNamed-Entity
daye des meḧmûdNamed-Entityy ḧatem dił çiraẍî dûdeman
şem’î desgahî milûkaney geyane merkezê
berqî qendîlî firûzanî deçû bo kehkeşan
weh çi xuřřem dewłetêke ba be şertê tûlî bî
destî ḧeq bem new’e řoşin ka çiraẍî xanedan
şîwekełNamed-Entity bûbû be benden xo beser neqşî bedî’
lale û nesrîn geyîbû, cam bilûrîn şemi’dan
şîwekełNamed-Entity bûbû be xaney padşa wextî nehar
dîm le her sû sifreyî eywanî ḧatem girdixiwan
waqî’en lew xwaneda [bû] xam û puxte řoj û şew
her te’amêkî ke nefsî arezû ka mîhman
şîwekełNamed-Entity bûbû be ’urbanî ’enêze û muntefîk
sed kemend piř bû le sercî tazî esp û madyan
çûm nîgahim kird le her lada le ḧucrey xassî ew
dîm beqed bazařî qustentînNamed-Entity tifengî zeřnîşan
zêwerî taqî ’emaret bû seraser řeng řeng
řext û qirtase û ḧemayeł, xencer û şîrî deban
dîm wekû dukkanî bezzazî le ser yek buxçeha
şałî turme û kewłî xez dîbayî hînd û peřnyan
asman zanîy serî sewze nîhalî bextî ew
nazłî kird çawî bed wek afetî badî xezan
xanewêrane be yek teb ’alemêkî kird tebah
řengî bê řengî leser řengî peřîdey bû ’eyan
day beserya her ke girtî nebzî mewc asayî ew
yek nezer şêwa becarêkî ḧewasî babecan
tenfisurdey bê zimanî ten be ten ’alem melûl
ta’îrî řoḧî řewanî peřzenan çû bo cînan
guł be weyşûmey ḧewadis ger qeza pejmurde ka
fa’îdey kwanê be ḧesret quř bipêwê baẍeban
key xeyałî bû kutupiř xasse bo ser xermenî
asman naził bika berqî ẍezeb wa nagehan
girye deřjênê beser řûma demadem eşkî xwên
bên temaşa ken le yek sefḧey ’eqîq û ze’feran
na’îrey sebirim be ḧesret wa le giryana biřa
dê bexuř firmêskî xwênînim leçaw wek awdan
sa qełem bê dadî em endûhî kubřaye bide
min letaw em te’zîyey ’uzmaye mawim bê ziman
ta xedengî qametî toy girte baweş małî qebir
piştî taqanet le xem, xem bû wekû małî kewan
piştî eḧmed beg şika lem řîḧletî nawexteda
kaşkî mewqûf debû koçit le řeẍmî dujminan
piştî naw tabûtî řextit piştî sîweylNamed-Entityy şikand
piştîwanî baneLocation û tajanNamed-Entity û qewmî tajebanNamed-Entity
bû be zêbî kotełit satîrekey paşayî řom
bo nebem lem ḧesrete enguştî ḧîret bo dehan
to wekû ser bûy eqarîb ten, ke ser çû ten çîye?
ten be ten bê ser hemû kewtin le xaka bê řewan
çaw biçerxêne le tabûta belay kak eḧmeda
her leser ta damenî bo to le quřdaye nîhan
xo be seyłabî xefet xaney řesûłit kird xerab
to be îman xaneyî qebirit ke bûbû awedan
emřo bo to ḧałî em xełke nimûney meḧşere
kaşkî detdî le tabûta cemî’î merduman
kaşkî detdî le tabûta perêşanîy kerîm
řengipeřîde xuşk leb bêdeng û mat û bê ziman
řojekey qetłî ḧuseyne ḧeyfe mawî bê xeber
kaşkî detbîst letabûta seday girye û fuẍan
xot lecyatî min degryay, ger be çaw detdî řeşîd
quř beser dił piřkeder şînî puder efẍankunan
xo nefîrî merd û zen lem şîwene çû bo felek
ser bułend nakey weha daygirtuyî xwabî giran
geh leber tabûtî ewda girye û şînê deka
pêy biłên: tuxwa biła meḧşer çîye dad û fîẍan
ḧałî wapesmandegan ba îbtida bênête yad
sanyen bo basî ew bem beyte ka şîwen beyan:
bextî bed, meydanî koteh, xane têkçû, tîre řoj
metłebî zor, ’umrî kem, nakam řefit û newcewan
seng detawênê seday poşîde řûyanî ḧerem
al’emanArabic ey çerxî sengîn dił, le cewrit al’emanArabic
dê beser řûya beser řuxsarî zerda eşkî sûr
her beser pêda le padamanî deřjê nawdan
hîmmetî pakan debû lem řêge wa yarî bika
yawerî řêgey xeter bo ’edłî bû bo řehřewan
me’berî tabûtî to wextê ke kewte girdeşînNamed-Entity
key debê îtir be alanNamed-Entitya ’ubûrî karewan
seddî serḧeddî ’ecem hem pasebanî memleket
şêrî bêşey mułkî baban jêrdestî řomîyan
ḧukmî to ḧîsnî wîlayet ’ezmî to perjînî baẍ
’îzmî to pabendî sarîq ’edlî to emnî mekan
terzekûbî afetî destî řezanin baẍ û tak
waqî’en em qezye nawexte xezan bû bo řezan
pîşewer, duzdanî sabîq, tobekarî sehmî ton
her le êstawe le diłda muste’îddin bo zyan
noker û swarey tifengidarit serasîmen hemû
nezmî têk çû manewe wek gûsfendî bê şwan
za’îqey salimPen name heway şekirawî şayî bû be xêr
asman řîtî be şeř jehrî be demda nagehan