abî ḧeyatî mine bûseyî lêwî ḧebîb

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  766 views
abî ḧeyatî mine bûseyî lêwî ḧebîb
ḧałî mematî mine dîdenî řûyî řeqîb
şane le zułifit mede cêy diłî awareye
ḧeyfe biła têk neçê, meskenî miskîn ẍerîb
ẍeyrî lebit kê deka çareyî derdî diłim
nebzî min û derdî min dûre le se’îy tebîb
dîdenî ebrûyî to fîtneyî şehrî sefer
dîdeyî cadûyî to mayeyî ḧîle û ferîb
řewneqî gułşen deçê şahîdî guł win debê
axrî mahî behar quř be serî ’endelîb
axrî dê her dû la dewłet û bê dewłetî
peykî fena tey deka herçî feraz û neşîb
kufre eger derkewê řexneye bo dîn û dił
sucde le řûy to deken qazî û şêx û neqîb
zîddî yekin yek be yek nar û xes, ab û nemek
şahîd û ’ehd û wefa, salimPen name û sebir û şekîb