meyterî ’eqiłim kumeytî nefsî zincîr kirduwe

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  750 views
meyterî ’eqiłim kumeytî nefsî zincîr kirduwe
werne cûtey neḧsî bo cebhey felek gîr kirduwe
’umrî min wa zor nîye êste zemanî ’eyşime
derdî ’eşqî newcewanê wa minî pîr kirduwe
řengî sûrim bû be zerd û qelbî saẍim bû be daẍ
saḧîrêke zahîr û penhanî teẍîyr kirduwe
qet le xom da min guman nabem qebaḧet zeřřeyê
muqtezay teb’îye naḧeq ke xoy zwîr kirduwe
kafrêke def’eyê cwabî selamêkî nebû
sed keřet namem be xwênî dîde teḧrîr kirduwe
kes legeł zêwerPen name řefaqet nagrê ew na’îlac
xoy be wêłdaşî desîse û mekir û tezwîr kirduwe