bê řûyî to ey şahî zemîn, mahî zemane

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  1435 views
bê řûyî to ey şahî zemîn, mahî zemane
derdî diłekem xarîcî teswîr û beyane
mumkîn nîye her dił ke kemê ’eşqî tya bê
bo tîrî mujey to ke nebûbê be nîşane
wek xencerî cellade dû ebroyî hîlalît
xûnřêj û diłazarî hemû pîr û cewane
tîrî nîgehit nî’mete bo ’aşiq ebarê
em kuncî ẍemî min heme, gułzarî cînane
aşûbî diłî ’alemî, cîlwe menwêne
bem qeddî letîfet ke ełêy serwî çemane
meylit heye zêwerPen name ke kemê sebrî bimênê
pexşanî meke tuřřeyî şahane be şane