mûçem ẍeme emsał le cezay xizmetî canî

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  681 views
mûçem ẍeme emsał le cezay xizmetî canî
mayem duřî eşke le behay le’lî lebanî
qumrî sîfetim nalekunan şam û seḧergah
ta dûre le min qametî wek serwî řewanî
wabesteyî yek bûn û ḧerîfî şew û řojin
zulfî le řuxa řux le diła dił le myanî
kes ba’îsî qetiłim nîye lem ’aleme îlla
çawî řeşî, tîrî mujey, ebroyî kemanî
řuxsar û dû ebro û lebî ẍunçe mîsalî
wek şem’î şew û mahî new û le’lî yemanî
baweř bike herçî ke biłêm, şerḧî fîraqit
řengizerd û nefesmande wekû şem’î beyanî
tesdîqî ẍemî zêwerPen namey bêçare ke nakey
carê were xot bigre be eḧwałî ezanî