kewtime dawî nîgarê mehcebînê diłberê

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  675 views
kewtime dawî nîgarê, mehcebînê, diłberê
îxtyarim la nîye ger dîn û îmanim berê
sunbulî teř řa’îḧey key new’î zulfînit ebê
nafeyî ahûyî çîn bace ke eyxate derê
her seḧergahan îfaqey bê zemanî derdekem
leş birîndarim be tîẍî diłberê, qed’er’erê
pêm biłê: bo ḧelqeḧelqe perçemit kewtote mil?
xo be qanûn û nîzam zincîr le gerdin nakirê
areqî ser řûmetit abî ḧeyate, zemzeme
her kesê noşî bika ta řojî meḧşer namrê
sîne kûre, dił kebab û baweşênî nałeye
awî wesłî ew nebê em agire danamrê
bo bexořayî eto zêwerPen name ełêy min muxlîsim
kwa řefîqê? kwa şefîqê? ta cewabit bo berê