heło

From the Book:
Xewe Berdîne
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 4 minutes  5552 views
payîze dar û dewen bê berge
dił peşokawî xeyałî merge
her gełayê ke le darê dewerê
nûsrawêke be naxoş xewerê
taw henawî nîye wa mat û peşêw
leşî zamarî dekêşête nişêw
řoj peře, sarde kizey bay ziryan
kate bo jînî le des çû, giryan
diłî piř bû le pejare û le diło
jînî xoy hatewe bîr pîreheło
be qise xoşe metirsîy mirdin
tałe ew hestî be mirdin kirdin
katî koç kirdine wextî sefere
daxekem sextîy nemanim le bere
her bîna hat ecel û min mirdim
ba le şîwê peř û bałî birdim
to biłêy paşî neman jînê bê?
bo leşî sardewe bû tînê bê?
to biłêy ew xewe hestanî bê?
ya ne ew qafłe westanî bê?
merge dê û dwa be hemû şit dênê
hemû awatê le dił destênê
paşerokêkî bikem lem baxe
takû bał û peřî min perdaxe
her biřom nabełed û bê ser û şwên
dyar nîye xêłî hełoyan le kwên
şarezay řêgey mirdin kêye
çîye ew menziłe kwêney cêye
nabme řêbwarî kelî hat û nehat
çare kem beşkû ewa hat û nehat
xoy be xoy gut ke deçim bo lay qel
keyxuday pîr û bebîrî gelî mel
hełfiřî řawkerî załî kej û kêw
le çyay berzewe řûy kirde nişêw
kewte ew deşte le tirsa teq û řew
derpeřî kuřkuř û kiř mayewe kew
hate lay qel be kizî û bê wazî
qel kutî: mame heło nasazî?
kutî qaławe řeşey pispořim
pîrim û pêye le lêwî gořim
baxî jînim be xezan jakawe
katî merge û ecelîş nakawe
pêm biłê çone ke to her lawî
zor be sał pîrî bełam ça mawî
hêzî ejnom nîye bał bê hêze
hemû gyandarê jyan parêze
qel kutî başe ke gwê řadêrî
pendî min pakî be dił bispêrî
ew deme babî beheştî min mird
dûr le to derd û bełay êwey bird
pêy kutim řołe heway řaz û nizar
heyetî derd û nexoşî be hezar
dîq û zerdûyî û aho û werhem
be gijey bay beqewet dên berhem
goştî kew çende ke tamdare be naw
heng û haławê dehenwête henaw
ta wizey bîr û xeyał serdekewî
ke le guř kewtî weha werdekewî
peyn û pałê ke le pałî dêye
menziłî nokerî xotî lêye
kere topîw û kelakî gwêlk
hełmî dił řûn kerewey sergiwêlk
pêkewe çîne bikeyn lew peyne
boy senêr mełḧemî bîr û zeyne
wird bewe çende be mana qûłe
mesele û giftî qelî maqûłe
bîke sermeşqî jyan ew îşe
her leser darî newî hełnîşe
hatewe bîrî heło řaburdûy
pakî bûjanewe yadî mirdûy
guł kira řayex û payendazim
çende ajwa leşî kêw awazim
çende řwanîme zewî lew bane
kêw û deşt lew serewe çend cwane
çen çikolen pelewer lew berze
ax ke çen xwêřî gire em ’erze
çende řawî kew û kewbařim kird
dujminî taqmî şimqařim kird
kolkezêřîne wekû taqî zefer
asman bo minî best katî sefer
ḧewtewanan bû mîdałî şeřî min
çende şorawe be xwên şapeřî min
êste bo wa řeben û damawim
min heło çaw le demî qaławim
sa ke ew kare weha sakare
merge mîwanî geda û xunkare
hewrî asman bê xełatim başe
ya leşim xaşe bikêşin başe
kutî wa jînî dirêj pêşkeşî xot
goştî mindarewe bû her beşî xot
jînî kurt û be hełoyî mirdin
nek pena bo qelî řû řeş birdin
lay hełoy berze fiřî berze mijî
çon bijî xoşe ne wek çende bijî