ḧekîmî derdî min ew çaweye qet duxterm nawê

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  984 views
ḧekîmî derdî min ew çaweye qet duxterm nawê
le řêgay ’eşqî toda gum bibim yek řehberim nawê
temaşay zulfî ałozaw û sermînayî gerdin kem
le seḧnî gułşena hîç seyrî ’ûd û ’enberim nawê
se’atê hemnişînî to bibim eqsayî amale
îtir ḧûr û qusûr û leḧmî teyr û kewserim nawê
be we’zî wa’îz emřo çunke ’alem ḧałî gořawe
heta muşkîy ’elîxanî bwestê mêzerim nawê
eger dû sêwî zîwînî le baxî sîneda derxa
hetakû řojî mirdin şerte textî sencerim nawê
esîrî ḧusnî tom, azadî te’ney ’alemim bîlla
lebatî xakî berderganeket sîm û zeřim nawê
teqey def, ḧelqeyî derwêş, ełêy nanêkî bê xwêye
ke nûrî me’rîfet gum kem çiraẍî exterm nawê
leřêy tofanî zîlletda ḧeyatî ’arîyet merge
legeł bêḧurmetîda baregahî qeyserim nawê