ba neçête lay řeqîban yar enîsî xane bê

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  1961 views
ba neçête lay řeqîban yar enîsî xane bê
lazme ew aske lewla nebê, lew lane bê
dîde wextê toy lela ḧazir nebê wa ḧez eka
bo nezer le’il û duřî yekta nebê, yek ta nebê
’arîfî ḧeqbîn çi bakî zînet û arayşe
way ewê naw şar û naw dê wa nebê, dêwane bê
dostî û xizmî nemawe bo řefîqî xoy felaḧ
ḧez eka bew şerte ger bê ga nebê bêgane bê
her kesê bo terkî diłber dê nesîḧetman eka
em du’ayey lê ekem: yaxwa nebê, ya xwane bê
şem’î řûte bote ba’îs zêwerPen name êsta da’îmen
ger le xatrya kemê perwa, nebê, perwane bê