duřřî ’edene tel’etî nîkûyî biraym

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  887 views
duřřî ’edene tel’etî nîkûyî biraym
serwî çemene qametî diłcûyî biraym
nexşîne be nûkî qełemî sun’î îlahî
dinya egrê quwetî bazûyî biraym
fîkirim hemû řengîne le feyzî diłî xwênîn
ey min be fîday xencerî ebrûyî biraym
estêreyî řuxsarî diłî ’alemî sûtan
burhanî muneccîm bû meger řûyî biraym
bîstûme be dam û be şikar ask egîrê
însan egrê dîdeyî ahûyî biraym
de’wayî şehadet ekem cennet eger bû
tarî kifnim řuşteyî gêsûyî biraym
ew nî’mete piř lezzete řojê ke bibînim
destî min eser gerdin û estoyî biraym
bedbextîye azadî le zincîrî meḧebbet
bem řengeye ta sîlsîleyî mûyî biraym
zêwerPen name beḧezer be eme aşûbe peya bû
îman edzê quwetî bazûyî biraym