çirîkey bulbulî dił şořşî efẍanî piř coşim

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  798 views
çirîkey bulbulî dił, şořşî efẍanî piř coşim
çi xoşe! ger bigate sem’î yarî mest û medhoşim?
be neş’ey çawekey mestim, ke wa uftadeyî xakim
weger na ’alem eyzanê ne bengikêşim ne meynoşim
le daẍî laleyî çîhrey eřêjê dîde seylî xwên
le ḧesret sunbulî zułfî wekû ’ebdî syapoşim
le hîcrî xusrewî xûban û şîrînî zeman hergîz
nekîsa û barbud emşew seday nayête ber goşim
newek her kuşteyî te’ney řeqîb û tîrî e’datim
zelîlî talî’î xom û esîrî perçemî toşim
meřencê ger dehanbeste û zuban lałim le xizmetda
le girye û nałe û şêwen wekû perwane xamoşim
çi muḧtace be zêwerPen name ew ke mah û şahî xûbane
ferîdî ’aleme, boye be cîlwey qeddî medhoşim