hergîz nebûm be xoşîy em ka’înate ma’îl

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  1077 views
hergîz nebûm be xoşîy em ka’înate ma’îl
îlla le gerdinî to destim bikem ḧema’îl
deryayî ẍem şepołî yelkanî cîsmî hełda
têkçû wicûdî nabûd, kewtote gêjî ha’îl
saqî be ’eşqî pîrit çawim le destî toye
destî kerem peyapey megre le merdî sa’îl
ey ’arîfî ḧeqîqet, wey salîkî terîqet
pîrî muẍan penaye bo ḧellî her mesa’îl
’eksî cemałî canan şewqî le her diłê da
ger kêwe zułmetî ẍem zû bû wicûdî za’îl
her nałenałî diłme wek qumryêkî bê bał
takey bibê be wesłî ew ser û qedde na’îl
dîsan řeqîbî wek seg řûy kirde askî małî
kwa saḧîbî dyanet mensûse def’î sa’îl
’umdey meramî ’aşiq celbî diłî nîgare
wek fezłeye lelay ew, sîm û zeř û feza’îl
çon nameyê binûsê wextî fîraqî canan
zêwerPen name ke wa suruşkî wek sedde, bote ḧa’îl