ey nefsî denî

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  1012 views
ey nefsî denî her wekû fîr’ewnî le kîbra
em ḧeşmet û meẍrûrîye ta key le hemû la
bo ẍerq û hîlaket le şetî eşk demadem
peyda buwe wa saḧîbî ḧusin û yedî beyza
bo mîlletî mûsayî ełê: mu’cîze řûme
xoy beççeyehudêke ’edûy muslîm û tersa
bazařî hemû girtuwe wek yosfî sanî
lafî eweye zînde bika dînî yehûda
bezzaze, benaze, çi ’eceb sîḧirtîraze
bo muşterî enwênê řuxî zuhreyî zehra
ey ḧeyyeke, bedbexteke, bê dîneke kafir!
swêndit dedem emcare be elha û be mûsa
tow ’eşqî şu’eybî nebî û ḧurmetî îsḧaq
bo xatrî uftadeyî derbanî kiłêsa
gwê megre le eqwalî řeqîbî wekû haman
îzharî meke fîtne û sabît meke de’wa
ayîn û wefa qa’îdeyî mîhir û newaziş
binwêne legeł ’aşiqî diłxesteyî şeyda
dem, besteye ya funduqe çawit wekû badam
řû laleyî nêw cennete, qed serûy dilara
zulifit çîye, řeşmarî desî saḧîrî mîsre
çîhret çîye xezney zeřî qařûne le dinya
serxoş buwe zêwerPen name be meyî naz û meḧebbet
lew le’lî lebe, bo meze çend bose, biłê: ha