ke to řoyî

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  1093 views
ke to řoyî, be cuz nałandin û giryan zûban çi bika
ke ahû řem bika, seyyad be cuz nałe û fuẍan çi bika
le sayey ’eskerî mujgan û tuřřeyî zulfî
nîgarim padşay ḧusne, le ḧałî ’aşiqan çi bika
ela ey ’aşiqî bêdił nîgarit mîhirco nabê
le qapîda ’ebes kewtûy, feqîre dergewan çi bika
be we’iz û pendî dana merdî nadan behrewer nabê
ke bext û tal’î řeş bê geřanî asman çi bika
le her la îttîfaqê bû, eger kêwe ’edû hîçe
ke peşşe îttîfaqî bû ebê fîlî deman çi bika
be ḧukmî ḧeq řeza nabî ebed metrûd û meḧkûmî
ela ey nefsî dûn şeytan ebê ẍeyrî zyan çi bika
ke bedxulqî tebî’et bê be mîsqel zeḧmete laçê
le dest bûcehil û emsalî, řesûłî îns û can çi bika
le dûrîy to řeqîban û hemû dinyam lela meḧwe
ke fesłî guł nema, bulbul le baẍ û baẍeban çi bika
le cîlwey guł le neş’ey mey, le ’eksî tel’etî saqî
ke dił jengî ẍemî tya bê ebê zêwerPen name lewan çi bika