ey wiłatim ey wiłatim

gořîn le cemîl sidqî zehawîyewe
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  578 views
ey wiłatim, ey wiłatim
niştimanêkî çi cwanî
mestî ḧubbî tom serapa
toş qubûł ke ḧubbî canî
***
ew demey dił piř zûxawim
bo sirûrim tê ekoşî
xo eger xew bête çawim
cêge xewbînînî xoşî
***
goşt û êsqanim le toye
xwênekeş wa cêy demare
şewket û şanim le toye
jînî berzîşim le dyare
***
êskî ecdadim le toda
dyare wa giştî řizîwe
to leş û gyanit be min da
jînî xom lem xake dîwe
***
min kuřêkî gyan fîdatim
toş tewaw daykêkî çakî
min ke serbeste ḧeyatim
hewł edem bo to be pakî
***
bo ewey to piř sefabî
xoşe lam sextî ke çabî
her ekem mediḧit ke cwanî
wextî êware û beyanî