ey şerbekem ey řefîqî fa’îq

eḧwałî şerbekem
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  409 views
ey şerbekem ey řefîqî fa’îq
ey bê ẍem û hem le gişt ’ela’îq
ey sen’etî şarî cwanî beẍdadLocation
wey laberî tênwêtîy perîzad
bo nazkî herwekû bilûrî
ẍem laber û, ba’îsî sirûrî
min xizmetî to be ferz ezanim
her řewneqî to ebê nîşanim
cwabim berewe ekem su’alê
em ḧesrete ba nenême çałê
bo çi da’îmî xałîye derûnit
sereřay ewe germe awî řûnit
ew pareye dam be to xesar bû
ya talî’î min xirap û zar bû
wełamî şerbeke:
ey fa’îqî kîse piř le dirhem
wey załmî bê ẍemî mu’ellem
ewsa ke minit kiřî le beẍdadLocation
dûrkewtimewe le xizmî diłşad
çon to diłit wek tenûre bo xwêş
bo germî minîş wehaye endêş
wek to le fîraq eřêjî firmêsk
teb’en ke minîş heme řeg û êsk
aw dête derê le herdû çawim
dił germim û let buwe henawim