řoj baş ey xuşkî taze sał

pepûle û guł
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  585 views
pepûle:
řoj baş ey xuşkî taze sał
etbînim wek bûkî naw mał
baran her le to ebarê
şewnim řût eşwa be carê
awit eda û cwanit eka
guł:
řoj baş û jyanit ça bê
dûr bî lewey dił têk eda
serim sûřmawe tê nagem
to teyrî yan guł lêreda
cwabê bide min tê bigem
pepûle:
ebînî min gułim efiřim
le baxana gułêk egirim
ew gułe têr têr maç ekem
bonî heł’emjim dembedem
ke xoşim wîst eçim bo lay
guł:
xoşî bo to wa sûk bałî
efřît bo herla ’ewdałî
bo lay gułî cwanî bon xoş
selamî min bike pêşkeş
lepaş maç kirdin bêrewe