ta pê egem exwênim

bo qera’etî kurdîy mindałan
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  563 views
ta pê egem exwênim
waz le xwêndin nahênmim
xwêndine çiray jînim
bo xo û dujmin nasînim
bo dwa řojî řûnakim
ebête hawřêy çakim
xwêndewaran beřêzin
gurc û têr û behêzin
beramber çerxî gerdûn
heyane baznî ałtûn
hozêkî nexwêndewar
hergîz najî bextyar
çunke bêganey zorzan
lepiř lêy dête meydan
her be bêgar eykujê
xwênî leşî emjê
deẍłudanî efřênê
eyba xoy pê ejênê
bam ew hozeş řîswa bê
hîç be tengewe nabê
înca heta bimênim
tê ekoşim exwênim
dwa řoj wek řołey diłsoz
ebme piştîwanî hoz
bo serbestîy kurdistan
bextî ekem mał û gyan