bam řojanekem yek dû qiřan bê

witarî kurdêk
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 2 minutes  503 views
bam řojanekem yek dû qiřan bê
xwardinim wekû sepan û şwan bê
ba leşim řût û derdim giran bê
bełam ta mirdin bê diro kirdin
’eşqî nîştiman dernakem le gyan
bam bo zordaran biçewsêmewe
ba le bêgaryan neḧesêmewe
şipirze nabim heł esêmewe
çunke ta mirdin bê diro kirdin
berzîy wiłatim bote awatim
herçend cêgey xełq koşk û telar bê
cêy minîş qoxte û zinc û dewar bê
bełam pêwîste ke şwênim dyar bê
be bûn û nebûn be pestîy gerdûn
le xizmet kirdin nabim ta mirdin
be qise û nûsîn be dest û zuban
hewł edem kurdî neberdî zeman
bixeme ser řêy biłindî jyan
heta kurd zuban le xoşîy jyan
bê behre nebin çi pyaw û çi jin
emewê ’alem tê bigeyênim
bîrî nwê lenaw kurda eçênim
řegî bîrî kon lebin derdênim
desîsey napak enême jêr xak
awatî dujmin derdênim lebin
namewê bijî koneperistî
aw edem be xwên gułî serbestî
pêm qût nadrê dîlî û jêr destî
be dengî dilêr wekû bêçuwe şêr
hawar ekem min biřûxê dujmin
bełam pêwîste awełekanim
be kuł ewanîş şan bene şanim
bo berzîy kurd û bo kurdistanim
heta pîr û cwan yekdił yekzuban
bextî nekeyn xo nabîn serbexo