perwaneyek be bulbulî wa wit ke bwalfizul

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1397 views
perwaneyek be bulbulî wa wit ke buwalfuzûlArabic
sûtane îşî ehlî meḧebbet, ne hûlehûl
çawî le we’dî kuştinî min çawî dizîwe
xûnkarî wa debê le qisey xoy neka nikûl
bem îxtîsase sa serî min bo negate ’erş
hat û le sermî da, witî: abdi’e bima yؤwilArabic
wek dêwî le’netî ke kelamî qedîmî bîst
zahîd ke basî ’îşq ebîsê, dête cûlecûl
seccade mey pya řijawim û ’uryan û leş be xûn
nwêjim mezenne waye lemewla biken qubûl
derçû le ḧeddî ẍaye ’urûcî decacîle
ya řebbî to bikey ke bika ’îseyek nizûl
załim! sibey be zeřře ḧîsabit legeł deken
emroş, eto mebûre, ḧîsabit bike be pûl
řêgey huda terîqetî ’îşqe, de meḧuyaPen name
werin û pya biřon û û siluّwa ’ilî alirsûlArabic
her em terîqe bû be hemû seḧbî girtyan
řoyîn pya heta geyîne mertebey wisûl