nask

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  823 views
nask nask
#
bergerdin û kułim û bask
naske endamî leşî
řûmet, lamil, kułmî geşî
singî astî dirzî bilûz
pêstî êcgar naskî pûz
pê û pilî sipî wek befir
be piřîşkî nîgay agir
lewanen wek befir ya mom
bitwênewe pêłûy xom
nask nask
#
bergerdin û kułim û bask
le diłî firîştey diłma
le çawî eşkî be kułma
em cwane wekû perî
legeł diłî mina egrî
çunke gerdelûlî jyan
eyba berew deştî giryan
diłî naskî eşkênin
nazanin nask bîdwênin
kê bê nazî ew hełgirê
ta ew naskîye nemrê
nirxî naskołeyîy cwanê
meger her şa’îr bîzanê
nask nask
#
bergerden û kułim û bask