’aşiqiben

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  844 views
bo ew sersinge goştine
ew lamil û bergerdine
kam wişey zêřîn û cwane
bo yarim kird be «gerdane»
le wişey wirdî řengawřeng
bo kemer nexşî bałay şeng
«heyaseyekî» wam bo kird
piř bû le nexşî cwan û wird
le honrawey zor wirdin
bom dařişt «milwanke û bazin»
bo «go û berok, dugme û dołab»
řîzim kird wişey zor nayab
bo wesfî řûy kam wişe bû
cwan û betam tya bê tezû
sercem hemûm bekar hênan
le řistî şî’ra, dêřî cwan
le nêrgiz û gułałey geş
le şewbo û le řêḧaney řeş
le «zerdepeř û le gizing»
awî tavge û nimî awring»
wesfî zor cwanim bo mijî
bo bejin û řûmet û qijî
wemzanî wişey cwan tewaw
le keja, awa, xoretaw
le asmana, deşta, tema
wişey cwan û şîrîn nema
keçî ke nwařîme çawî
bergerdinî řeng hetawî
deryayekim dî firawan
piř le birîskey geş û cwan
wişey wek mirwarî û yaqût
le binya wird wird ebzût
le wişey tazey piř le fen
bom dirust kird yek «’aşiqiben»
be yek ełqewe diłî min
pêwey bende heta mirdin