dozex le ’îşqe xałî û cennet le derd û daẍ

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  4140 views
dozex le ’îşqe xałî û cennet le derd û daẍ
’aşiq le ḧeşrîşa nyetî cê diłê feraẍ
ger ’azîmî zyaretî ke’beyî meḧebbetî
řê: çakî dił; ’elametî řê: daẍ û şwênî daẍ
’îşq agirêke ber buwe her kes debê be kes
ger řojereş wekû şewe bê, bû be şewçiraẍ
destim dewê swawî esef, dîde keylî eşk
ya řeb be duşminîşî nedey dest û çawî saẍ
destî ḧena nîgar û, mije û çawî surmedar
bo ẍeyrî xan û xanmefendî nîye musaẍ
her koşşe be kare, eger çûbye fenaş
dił bû begerd û ’alemî damen deka suraẍ
her ahî ’aşiqe demî pê bête pêkenîn
em ẍunçe bew nesîmeye bîpşikuwê demaẍ
cobare, lalezare, heta çawî biř deka
meḧwîPen name beheştî bo çye, çi bika le aw û baẍ?!