jargey maran

texmîsî bargey yaran, hejar şî’rî mam hêmnî texmîs kirduwe
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  670 views
ber beřoçkeş heye sermame şewan min çibkem
em minałane ke bê kiras û kewan min çibkem
diłî birdûm kiçetîwî kerewan min çibkem
«dêt û řadebrê wekû serwî řewan min çibkem
ke bequrbanî nekem řoḧî řewan min çibkem»
min ne şerqîm û neẍerbîm û ne emrîkî û ne řûs
ne musłimanî beřastîm û ne cûm û ne mecûs
pîr û zur hanim û xurpey dê diłim bo kiçê lûs
«qedî ew şoxe weku dûx û xedenge efsûs
piştekem kome wekû małî kewan min çibkem»
sere lerzok û qul û çoke şil û zig penemaw
lamilim xware, pişûm sware, piřûş û kizeçaw
çwar pelim fil bû leşîşim bote lankeşkaw
«taze hengawî şilim kwanê debê bo şewřaw
cwane zor cwane bełê řewtî kewan min çibkem»
be zigî birsî xewm nayet herçend werbikewm
arezûm her eweye nanê germ bête xewm
wekî řeşkêkî řizîw pis pise giş qiłf û gewm
«zebrî awzengî biřaw şil buwe destî ciłewm
dê dena piřmey bor û bedewan min çibkem»
dimdimî çî ewe dwênê bû emin zor kewnim
dayke way řeḧmetî ewsaye kutabûy tewnim
wişk û řeq bûmewe taze degeřêm bo şewnim
«jwanî xoş heřetî lawetî dête xewnim
katî awîlke legeł zîndexewan min çibkem»
xełkî pêy waye le xoşyana herwa gałem dê
na, birakem le desî załmekan załem dê
wirtey kone birînanî dem awałem dê
«şew heta řojê leber êşî leşim nałem dê
dête gwêm dengî gelo û nîweşewan min çibkem»
le çyayan û ledeştan û le ladê û şaran
hîç şitêk êste nemawe wekû carî caran
de were seyrê be řojî mij û gopał baran
«bargeyan pêkewe pêça û beřê bûn yaran
le dinê wa betenê paşî ewan min çibkem»
deçme lay herkesê bo karê dełêy kwêr û keře
yek dełê laço leber çaw ewî tir êjê heře
ewî bo m mawetewe çawî teř û pêstî geře
«jyanî min êste wekû xorî demî zerdepeře
pêm nema tîn û guř û hêz û tewan min çibkem»
xom wekû zeřnequte û zařołekanim řûtin
ḧewtî wam hen ke demî xwardinê wek ḧew ḧûtin
dwênê êwarê leserbanî hełm xist tûtin
«sirwe hat xunçegułî baxî edeb pişkûtin
baxewanî gereke tazecewan min çibkem»
xałebas yadî bexêr ew demî daykî mirdibû
herweha wişk û birîng naye qebir neyşirdibû
dêyekey ême hemûy dêm û telan û gird bû
«aw nebû ew demî hêminPerson melewanî kurd bû
aw şukir zore werin zû melewan min çibkem»