le ewcî xoşewîstî û şadî û jêr sayey minałanim

leser giłkoy ş-x
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  426 views
le ewcî xoşewîstî û şadî û jêr sayey minałanim
le baxî piř gułî cwanî û le małî piř le samanim
leser lutkey jyanmida le nawexta ecel wek ba
lepiř hat û bebê we’de qełay awatî řuxanim
***
hênde xoşewîst bûy lem dinyayeya
dił aramgat bû wênet bê hemta
şaystey kam guł bonxoş û cwane?
pexşanî bê beser giłkoy tazeta
***
jyanim birde ser xwaye be şadî bê û eger ẍemgîn
bełam her řû le qapît bûm be îmanêkî połayîn
ewa řûm kirde dîwanit le dwa qonaẍî dinyada
hîwam her xote bimbexşe be lutfî xot ełêm amîn