estêreyekî geş

yadî ḧewtemîn sałî koçî barzanî
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  509 views
dełên ewaney xoşewîstimanin
ta leber çawin leber diłanin
yektir nedîtin, lêk dûrbûnewe
debin bemayey lebîr çûnewe
bełê bo kes û dostî asayî
sebûrî dere mewday cudayî
nek bo merdêkî be leş nedîwe
nawî tewawî dinyay tenîwe
ew merdey ke bo lebîr çûn nabê
ba be řuwałet le giłkoşda bê
***
kake barzanî ew xudan nawe
ke kurd le songey ewřa nasrawe
hêjay bilîmet le azayetî
baranî řeḧmet bo kurdayetî
çaktirîn řêber çakî bê wêne
ew le dagîrker tołe estêne
ew tirsênerey dujminanî kurd
ew ḧeqsênerey mezłûmanî kurd
ew ser serwerey azay azade
ew dadperwerey dijî bêdade
kê bê lednya ba diłkiwêrîş bê
zorîş gêj û huř zor bêxêrîş bê
diłî bê û biłê barzanî nema
xwa neka qełay humêdan řima
kê bê her tozê kurdî xoş bwê
le yadkirdinî hergîz bisrewê
***
nemaze minêk, minêkî hejar
xakey hařawî çerxî řojgar
minî hîç û pûç le hîçîş kemtir
lexem, lecûdî serim betemtir
şiře sîpałêk kes neydewîstim
çîm degut hîç kes lêy nedebîstim
ciger birîndar, kiz û leş bebar
hełweday zebrî neyarî zordar
lednyay berîn tengaw, sergerdan
atacî destî xwêřî û namerdan
aware ledeşt, petyare le kêw
dewryan tenîbûm cin û xêw û dêw
řojim şew, şewm piř ledax û derd
firmêsk û çawsûr dîm û řûmet zerd
řê nedîw, pelim dekuta kwêrane
kundasa lanem lenaw wêrane
henase û dił sard esrîn germ û guř
ta bîneqaqem çeqîbûme quř
ta debzûtmewe pitir řo deçûm
nuqmî gêjawî nahumêdî bûm
çawim degêřa leřûy naçarî
bo mergêk şayed bimbê řizgarî
lepiř le asoy piř temî jyanim
estêreyek geş xoy da nîşanim
tîşk engêwtir le karwankuje
řewandî herçî tarîkî û mije
sipîy hełgêřa řeşayî tałem
wişkayî hêna be’ax û nałem
bizey hawêşte serlêwî sîsim
terew awabû bextî negrîsim
hêz û tîn hatin be hanamewe
xoşî û geşî û hat, hat belamewe
***
ew hesareyey wêney cwanî bû
zerdey bezeyî kak barzanî bû
ketme ber sayey pîrozey pîroz
sarde zistanî kirdim be newroz
lewsawe sayey ewbû be enwam
bûme binyadem be miro nasram
řiza, hełwera tûłî rikey bend
aza û řizgarbûm ledaw, le kemend
tûnî, nebûnî giřî kujawe
girêy ziman û diłim kirawe
bûme bulbulêk le baxçey şadî
çirîkem dehat berew azadî
her kirdeweyê zanîm û twanîm
betan û powe kiřîy barzanîm
***
herçend beřwałet lêy hełbiřawim
be watey xełk sêwî kirawim
çon baweř dekem ew babe gewre
ew hejar doste, ewsaye çewre
sayey leser min řewîbêtewe
řêzim dway berzî newîbêtewe
barzanî lemin cwê nabêtewe
řengî wefay ew qet naçêtewe
ta leser zewîn jînêkim heye
ta le řeg û xwên tînêkim heye
barzanî ledyar dił û gyanme
yadî ew wîrdî ser zimanme
dway mergîş eger pirsîyan nîşanîm
dełêm hejarî kake barzanîm