be yadî to dejî diłim

yadî pêncemîn sałî koçî barzanî
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  562 views
barzanî bawkî şîrînim
řojî tîşkiderî jînim
mawêke dełên pênc sałe
ke lam hezar sałî tałe
dengî hejar lawênewet
dîmenî xem tawênewet
nayête ber gwêy bêxêrim
nayête ber çawî kwêrim
to nenasanî sadedił
dełên bûyte awêtey gił
dełên nemaw nabêtewe
toş lebîrit biçêtewe
hergîz em diłe kiłołem
pelke gyay ber sermawsołem
bew qisane biřway naye
lay baye badî hewaye
ewane gyan û diłkorin
dił koran le dinya zorin
ba dił řûnan û duřnasan
emkizanan û mêrxasan
ewaney jîr û çazanin
be çawî diłyan biřwanin
dezanin eto her mawî
nafewtêy û nefewtawî
toy nimûney merdayetî
toy diruşmî kurdayetî
weřez bûy le pê nezanan
le dił pûçeł û dûzmanan
řewat nedî jîn leser gił
małit gwêztewe bo naw dił
bo naw diłî herçî merde
her kesê pak û bêgerde
tenanet diłî hejarîş
sarde kwanûy řenc xesarîş
ew diłe teng û bêpoye
şwênî hemîşeyîy toye
be yadî to dejî diłim
diłey serşêt û serçiłim
herçen tenge małî toye
pepûley şemałî toye
ta çyay berzî lê dyare
ta gwêy le xuřey řûbare
hîmmetî le dinya takit
diłî pakit, nawî çakit
aşkira dêne berçawî
çon baweř bika nemawî
to her demênî, her mawî
hełkewtekey xawen nawî
bo min her kakî caranî
her humêdî hejaranî