řêberî nemir

yadî sêyemîn sałî koçî barzanî
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  520 views
herçî le axê řiskawe
mergîşî bo dandirawe
miro dête ser zemînê
xoşî naxoşyan debînê
heye jîwe û hełwerîwe
hawsaşî pêy nezanîwe
heyşe berz debêtewe
nawbangî detenêtewe
ḧukmî serzemîn dadegrê
her hênde zile ta demrê
celal û gewreyî û şikoy
ber pêwar debin legeł xoy
zeman nawî desřêtewe
le yadî yad deçêtewe
***
ewî merg pêy nawêrê
naçare xoy lê bibwêrê
hunere, merdayetîye
bexşîne, azayetîye
bezeye be hejaranda
wefaye degeł yaranda
dij westane le bêdadî
hewłdane bo azadî
bo heq řû be mirdin çûne
bo załim serkiz nebûne
xêwî heryek lew xidane
nêwî be dûr le nemane
heta kon bê geştir debê
le jîn xawen beştir debê
çi cay ke giş lay yekê bê
debê ew herjîwe kê bê
***
dirûd bo nawit barzanîPerson
her xot xudanî hemuwanî
bo merdayetî tat nebuwe
le bexşînda ampat nebuwe
bo hunerî neyar kuştin
bo xwênî dagîrker řiştin
le hengamey meydandarî
êstaş her xot şořeswarî
bo beze û hejar perwerî
ta ebed her xot řêberî
wat peyman debirde serê
wefa kiřnûşt bo berê
dey sa çon ew gyane demrê
çon mirdin xoy leber degrê
***
barzanî her hey wekû bûy
her deşmênît û nemirdûy
gelit be yadî to saze
benawî to serfîraze
zor sede dên û řadebirin
merdan derist lê werdegirin
heta ser zewî zewîne
heta řoj betîşk û tîne
sał be sał yadit nûtre
qedir û řêzit le řûtre
bîrewerît mîskî xawe
bon û beramey biławe
taweysûn bonî boştire
dem le dem bonî xuştire