le naxî cergî tarîkîyewe

berew řûnakî (le parçe pexşanêkî wergêřawî mamosta «a. a» wergîrawe)
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 3 minutes  479 views
le naxî cergî tarîkîyewe
le kangay dîlî û hejarîyewe
des le kelepçe û zincîr le pêma
tewqî nezanî wa le gerdinma
kewtûmete řê řêgey bêbakî
hatûm û eřom berew řûnakî
pişt be cezrebey qamçî dařzaw
çaw, nawçewan tif pyaya hełpijaw
beşelî û qaçî darkarî kiraw,
firmêsk le çawma wişk û qetîsmaw
pêstî leş beser êska nûsawe
be diłêk wekû połay awdirawe
řêm girtote ber zor beçalakî
eřom û eřom berew řûnakî
herçend mandûm û řêgam dûre û dêr
birsîme û řûtim, dujmin poşte û têr
min pê û des besraw bê hêz û twana
dujmin behêze û destî beřełła
legeł eweşa be hestêkî berz
wîstêkî negoř, gyanêkî nebez
eřom bemerdî û zatî bêbakî
eřom bê wiçan berew řûnakî
ezanim řêgam sexte û piř azar
piř le dujminî xwênexo û zordar
be çen kosp û erk řêgam tenrawe
bo ewey neřom nekşême dwawe
bełam ne sextî řêy piř erk û dûr
ne tarîkayî samî bê sinûr...
ne zorî zordar ne zorî dujmin
danaxurpênê tozê diłî min
sere û hênawme... serî bêbakî
eřom bebê tirs berew řûnakî
***
ezanim ke wa dujminekanim
zor bilîmetin bo azardanim
bełam ew daxem wa leber çawe
ke be řûy bawik û bapîrman nawe
ezanim ke çen cerbeze û zuştin
bo gyan fiřandin bo wîjdan kuştin
bełam le hemû zamêk nasortir
le bendîxaney dujmin tarîktir
dił û jyanî pestî êsteme
ke pir le tałî û jan û siteme
boye hêz nîye ke bimwestênê
desełat nîye bimsiłemênê
ewa begurcî û çust û çalakî
řoyîm û eřom berew řûnakî
***
ezanim řenge neşgem be awat
le yekem qonaẍ dujmin lêm bidat
yan řêy tê eçê xom lepiř bimirim
legeł emaneş řêye û eygirim
çunke mirdinim řuwew řûnakî
çaktire le «man» jîn betarîkî
boye her eřom zor be diłpakî
berew řûnakî, berew řûnakî
***
ne’.. ne’.. min xom nîm be taqî tenya
řê bigirme ber, bê tirs, diłnya
bełkû hezaran hezar hejarîn
bo yek ho hemû amadey karîn
bo kerametî pêşêlkirawman
pêstî pişt be dar fiřê dirawman
abřûy hemû tikênrawman
mafî hezaran sałî xurawman
wîjdanî giştî twênrawman
gyanî bedîlî fiřênřawman
ew zułim û zorey kirawe lêman
çe le xoman û baw û bapîrman
derdî nezanî û hoy hejarîman
bûnete hêzî dił û wireman
hestawetewe hatunete jan
têman exuřn bang eken lêman
gişt eneřênin wa besermana
beser mina na.. hî hemûmana
biřoyn beyekcar zor beçalakî
hemû becarêk berew řûnakî
berew řûnakî eřoyn bêguman
her be kwêrayî çawî dujminan
sereřay sextî û metirsî řê û ban
heta be awat egeyn hemûman