jwanêk

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  675 views
yare cwanekem gułey şox û şeng
xunçîlanekem diłguşay dem teng
ser kułmî geşt birewberî guł
xwa dawye beşt gişt nyazî dił
be qijî zêrînit be lêwî ałit
be çawî şînit be daney xałit
zerd û bê tînim şetłî xwênawim
xerîkî şînim tane le çawim
zanît demirdim bew bejnî barîk
řizgarit kirdim le jyanî tarîk
emşew wedyare qedrî diłane
cengey behare mangî gułane
çaw cwan demêke ewîndarî tom
zamim gelêke birîndarî tom
minêkî bê hel hejarî kiłoł
pîr û didan kel wek darî kirmoł
kiz û bîmarim xembar û serşoř
wa leser barim bo goř çawenoř
key bîrim debird cwanêkî wek to
sed law bot demird gyanêkî wek to
toy şilk û nask, toy wa nerim û nol
toy sił wek ask toy wa xiř û xoł
wek to nazdarêk ewîş wa beşew
hamêzim carêk bika be cê xew
lew tarîkaye bew şewe xoşe
heta hetaye dił boy peroşe!
be sîle çawêk zîndû bûmewe
wek taze lawêk tê hełçûmewe
eme toy emşo lenaw baweşim
dîtim le aso estêrey geşim
ew sîney nerimit le dił çespandim
tarmayî şerimit le řû tarandim
dexşên le lêwit lêwî be barim
le kułmî sêwit goney nizarim
le baẍî saway pawanî sîne
pencem sergermî lîmo kuşîne
oxey wa dîsan xoşîm dî şewêk
ewîş bo jyan lêm bû be xewêk
heta bo jêr gił gilar bûnewem
naxwazim be dił bêdar bûnewem