kerwêşkawa

le eḧmed şewqîyewe
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  796 views
parçe zewîyek hebû kerwêşkawa
giştî poşrabû le şînke û awa
jyanyan xoş û bemnidał û bemał
bê tirs bûn le gemał û le temał
fîlî zordar diłî xoy lê řeş kird
zewîyekey let belet û beş beş kird
hebû kerwêşkê cihandîde û pîr
xawenî bîr û be tegbîr û jîr
bangî kird ho gelî kerwêşkawa
mirdinu xoşe ne jînî awa
nebne yek karî hemûtan gende
řegî serbestî be yekbûn bende
le hemû layekewe lêk ko bûn
ketne řawêjewe bo serxo bûn
hełbijêran le nêwanda sê kes
çaw le paye nebû zana ba û bes
taku pîlanê weha řêk bixrê
fîlî zordar le zewî derbikirê
yek witî: kareke zor dijware
bar bikeyn baştire çar herbare
giştî watin kipî ken em denge
mergiman xoştire nek em nenge
witî dûhem ke letîrey kêwî
kes gizî zan nîye hêndey řêwî
heye pêwîstî be řawêjî ew
mizî bîrîşî dû kerwêşkî qełew
eme wityan witeye bê serubin
bê feřn dujmin û bîrî dujmin
sêhemîn řastewe bû bo guftar
witî xizmîne begel desdene kar
destî gel hêze begel ba pikoşîn
bûdřêk heł bikenîn day poşîn
fîl şewê yan le řewê tê dekewê
zor be şanazî dełên lêr û lewê
çunke desman bedesî yek espard
yekyetîy ême serî fîlî xward
herçî kerwêşke be giftî şad bûn
fîle kewt û, kewtî û azad bûn
hatne kin sêhem û gutyan şaman
toy û bo toye jyan û saman
witî: na, êwe hełen, ew cêye
pêw biłêm şayenî şanî kêye?
ew kesey pêşî le tîn û tawa
bangî kird: hogelî kerwêşkawa!