hejar, her hejare

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  531 views
mêşûleyêkî lawaz, le bext û jîn neřazî
řûy kirde lay silêman be nyazî dadxiwazî
hawar û dad ledes ba, mewda be ême nada
zordare pêy bifermû ba la le ême lada
fermûy giley betenya lay ême sûdî nabê
pêwîste herdû la bê biłê be ba ke ba bê
mêşûle çû le dûy ba, ba hat û pêşî řada
be wîzewîz enałî le katî gyanełada
bê zor le řastî zordar řewaşî nařewaye
heta cîhan cîhane mêşûle dîlî baye