mêzerî mela

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  583 views
melayek mîzerêkî bû çi mêzer
debû seyrî bikey deynaye ser ser
hełî durîbû bo berçaw gezêk şał
tijî naw’axnî koney peřo û pał
řwałet cwan û hêja bû le çawa
bełam tabêjê wêran bû le nawa
dizêk her lêy dexefta ta řifanî
mela qîřanî: naybey ger bizanî
wekû xome le berçaw şeng û řêkim
çizanê kes çi gend û bin şiřêkim?
řwałet bîne herkes lem cîhanes
hezaran řîşuřîşu daw û danes