řîş hełtekêne

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  550 views
sułtan meḧmudPersony şay bedeng û naw
şewêk egeřa be bergî gořaw
le kelawêka komełêkî dî
lay daye layan gutyan: eto çî?
gutî: min dizim şewgerde nawim
le destey hawřê emşew cê mawim
gutyan: heryekman fêłêk dezanîn
be fêł sertopî komay dizanîn
yek le dûr eka bonî zêř û zêw
yek be fû ebřê dîware ya kêw
yekman tê ega le ḧepey gemał
ezanê çone xewî xawen mał
wek řoj ebînê yek be şewî řeş
to çî ezanî bitkeyne hawbeş?
gutî: pêştirim zor lem pîşeda
jyan û mirdin ha lem řîşeda
hezar diz berin bo pay qenare
řîş hełtekênim giştî řizgare
wityan to bawkî hemû dizanî
nîwey bo to bê herçîman hanî
***
tułeyek weřî, gemałê girtî
zimanî segzan kewte dił xurtî
tułe gutî diz, gemał gutî wist
xêwmał deng naka to bo xot têxist?
şa witî emîş her îşî řîşe
cadûy řidênim dawî segîşe
***
be bon bonî kird gencîney xunkar
be fû kun kira layek le dîwar
têř piř bûn le zêř gîrfan le gewher
geskî lê dirya û birya û çûne der
mał şardirawe û xoy lê weşardin
ew şewe hemûy be bend sipardin
be řoj hełxiran sêdare bo diz
diz lepay dara xembar û serkiz
çawřûnî şewbîn kirdî temaşa
witî dizey şew çon bû be paşa?
karî xoman kird memanxapêne
sa norey toye řîş hełtekêne
şa gutî: êweş mercê berne ser
nîwey xom denê û lêre biçne der
necûłê řîşî xawen destełat
zorîş bizanî nagey be awat